Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gundê Kacit ê navçeya Çatak a Wanê di dema xebatên lêgerînê yên hêzên ewlekariyê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de leşkerek û cerdevanek mirin.
Teqîn saet 15.30 deqîqeyan pêk hat ku li gorî zanyariyan teqîn ji ber teqemeniya ji hêla PKKiyan ve hatibû bicî kirin pêk hatiye.
Hat zanîn ku di encama teqînê de hin birîndar jî hene û ambulans çûne ciyê bûyerê. Li herêmê bi alîkariya hêzên hewayî operasyon hat lidarxistin.(NY/FD)