Li ser rêya Payîzava-Artemêtê ya Wanê îro destê sibehê şer qewimî û di encamê de çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku artêşa tirk îstixbaratê girtiye ku hêzên PKKê li ser rêya Payîzava-Şaxê bombe bi cih kirine û îro destê sibehê li wê herêmê operasyon dan destpêkirin.
Di navbera leşkerên ku çûne operasyonê û hêzên PKKê de şer derket.
Di encama şerê pêk hat de çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. Dermankirina wî leşkerê birîndar berdewam dike.
Sererkaniya tirk bi daxuyaniyek ragihand ku 2 leşkerên di operasyona îro saet 05:30an de birîndar bûne, sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Lê çawîşê pispor ku birîndar bûbû, ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest daye.
(YY/YO)