Di çarçoveya çalakiya "Roja Cihanî ya Bajarên Bêotomobîl" da komek jin bi duçerxên ku bi pifik, kulîlk û çîçekan xemilandîn va li nava bajêr geriyane.
Jinên ku li ber avahiya Şanoya Dewletê ya Wanê hatin cem hev, pankarta "Jinên Xemilandî" bi duçerxên xwe va kirine û ligel muzîkê qederekê şahî kirine.
Dû ra jinên ku kincên rengîn li xwe kirin, bi duçerxên ku bi pifik, kulîlk û çîçikan xemilandin va derketin tûra bajêr.
"Tûra Duçerxê ya Jinên Xemilandî" ku dîmenên seyr û rengîn derxistin holê, li Keleha Wanê bi dawî bû. Jinan li vê derê stran gotin û govend gerandin.
"Me duçerxên xwe xemilandin û em hatin"
Ji jinan Songul Irtakê diyar kir u ev çalakî bi awayekî hevdem li gelek parêzgeh û welatan tê kirin.
Irtakê diyar kir ku wan xwest balê bikişînin ser wê yekê ku jin di hemû cêrgeyên jiyanê da hene û wiha dewam kir, "Me ji bo jiyana bêotomobîl bi hev ra pedal zivirandin. Rêwitiyeke pir xweş bû. Me ligel çepikan pedal zivirandin û em hatin vê derê. Em gelekî rengîn û hêvîdar in. Êdî jin li her derê ne."
Önder Beyter |AA