Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Wanê di çarçoveya Yaseya Rewşa Awarteyê de ji bo mehekê daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina kon û standan, çalakiya rûniştinê û çalakiyên weke van hatin qedexekirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê de hat diyarkirin ku, armanca biryarê avakirina ewlekarî, aramî, tenduristiya civakî û parezmendiya kesan û parastina giyan û mal û milkên welatiyan e.
Walîtiyê biryara qedexeyê di çarçoveya Yaseya Rewşa Awarte de standiye û biryar 01.09.2017yê destpê dike û wê heta mehekê berdewam bike. (NV/FD)