Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê biryar daye ku ji îro pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin. Wezareta Karûbarên Navxweyî biryar girtibû ku li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn û Amedê, Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî ji wezîfeyê dûr xistibû û li şûna wê qeyûm tayîn kiribû.
Biryar di malpera fermî ya Walîtiya Wanê de hatiye weşandin û hatiye gotin ku 10ê Îlonê jî tê de ji bo 15 rojan li nava sînorên Wanê meş û civînên li derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û vekirina standan jî tê de her cure çalakî û bername hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji bo “pêşî li ber êrîşên li bajêr bê girtin” ev biryar hatiye standin.
Li Mêrdîn û Amedê biryarên qedexeyan berdewam dikin
Di 19ê Tebaxê de Wezareta Karûbarên Hundir aşkere kiribû ku şaredarê bajarê mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin.
Piştî vê biryarê di 20ê Tebaxê de li Mêrdînê ji bo 30 rojan, li Amedê jî ji bo 15 rojan biryara qedexeyê hatibû standin. (TP/FD)