Dozger, Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 11 kes bi daxwaza girtinê şand dadgehê.
Duh li Wanê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 14 kes di serdagirtina malan de hatin desteserkirin. 14 kesên ku îfadeya wan qediyane, şandin edliyeyê.
Li Wanê polîsan ji ber govendê bi ser DEM Partiyê de girtin: Desteserkirin didomin
30 Tîrmeh 2024
Dozgerî Osman Gerçeklî û Munîfer Koçak Hazal Suerê bi şertê kontrola edlî, Edem Onat, Ercan Erkol, Fazil Nûmaş, Hanim Kaya, Veysî Dîlekçî, Orhan Bayram, Selma Cîntan, Tarik Artîm, Gulşen Kûrt, Ayşe Mînaz û Aynûr Sarica bi daxwaza girtinê şand Dadgeriya Cezê û Aştiyê.
Li Wanê Hevserokên DEM Partiyê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
30 Tîrmeh 2024
(RT/AY)