Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bajarê Wanê bi sar û sermaya xwe ya mehên zivistanê tê nasîn lê îsal hişkesaliyeke zêde heye ku di van demên dawiyê de qet tiştekî bi vî rengî nebûbû.
Li gorî daneyên ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) dane, Li Tirkiyeyê serma herî zêde di 18ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de li Qerqeliya Wanê hatibû pîvan ku pileya wê di bin sifrê 34,4 bû û li Çaldêranê jî di bin sifrê 33,8 bû. Lê îsal bi tenê li lûtkeyên çiyayan berf bariyaye.
Li gorî texmînên MGMê li Wanê pileya germê îr 4,9 e.
Beriya vê salê li van herdu navçeyan xûsîk bi ser daran de diket, çem û robar diqerisîn, ava ji xaniyan diherikî bûz digirt û xwediyên ajalan ji bo serme bandorê li wan neke, ajalên xwe ji axuran dernedixistin. Lê îsal ev ajal hîna li merg û çîmenan diçêrin.
Ne asayî ye
Keyayê taxa Bezirhanê yê navçeya Çalderanê Mehmet Şefîk Çakan ji Ajansa Anadolûyê re gotiye, bi sala e di vê demsalê de her berf dibariya lê ev cara pêşiyê ye ku wî tiştekî wiha dîtiye:
"Par vê çaxê pileya hewayê di bin sifrê 30-25 bû. Îsal weke havînê ye. Berf jî nebariya. Bi tenê bi şev hinekî sar e. Bi roj germ e. Bi salan e em li vir dijîn lê cara pêşiyê ye em tiştekî wiha dibînin. Ajal li mêrgan in, kes êm di alifan de nade wan. Ev ne rewşeke asayî ye."
Yek ji xwediyê ajalan Erhan Ersoyî jî gotiye: "Par vî çaxî li berdê metroyek berf hebû. Ji ber sir û sermayê em nikarîbûn derketana. Demsal guherîn. Niha tav heye û em ajalên xwe li derve xwedî dikin. Weke hewa biharê ye."
(TY/FD)