Li Wanê ji ber berfa zêde rêyên 493 tax û gundan hatin girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê xebatkarên şaredariyê xebatên xwe yên xwêkirina rêyan û paqijiyê didomînin.
Cihê ku rêyên wan hatine girtin, ev in:
Li navçeya Miksê, rêya 92 gundan, li Elbakê ya 31 gundan, li Şaxê rêya 100 gundan, li Artemêtanê rêya 4 gundan, li Erdîşê rêya 8 gundan, li Westanê rêya 40 gundan, li Payîzavayê rêya 39 gundan, li Rêya Armûşe rêya 19 gundan, li Bêgiriyê rêya 37 gundan, li Qelqeliyê rêya 33 gundan, li Seravê rêya 12 gundan û li Tuşbayê jî rêya 35 gundan hatin girtin.
Her weha ji ber berfê, hişkayî û cemedgirtina erdê, ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.