Li gorî daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê ji ber berf û bagerê li navçeya Gurpinarê 12, li Şaxê 15 û Miksê jî rêya taxek û gundan hatiye girtin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ji bo ku rê bên vekirin tîman dest bi xebatê kirine.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li herêmê bi giştî hewa wê ewrawî û car caran jî wê pir ewrayî be. Piştî evarê li Muş û derdorên Bidlîsê baran û li ciyên bilind jî berf wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be û herwiha ba jî wê ji aliyê başûr û rojavayê va nerm, car caran jî wê nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin nava rojê jî germahiya herî zêde li Wan û Mûşê 8, li Bidlîsê 6 û li Colemêrg/Hekariyê jî 7 pile be.
(MB)
*Çavkanî: AA