Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê duh (19ê Gulanê) bi daxuyaniyeke nivîskî, aşkere kiriye ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwenîşandan hatine qedexekirin.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye belavkirin. Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, armanca qedexekirinê “sazkirina ewlehî û canê welatiyan e”.
Pêr jî Colemêrgê hemû çalakî hatibûn qedexekirin.
Li Wanê beriya niha, di 30ê Nîsanê de dîsa ji bo 10 rojan biryara qedexeyê hatibû standin. Di vê demê de tenê destûr ji bo mitînga 1ê Gulanê hatibû dayîn.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku wan ev biryar li gorî Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê û li gorî Qanûna hejmar 2911yê stendiye ku derbarê meş, xwenîşandan û civînan de ye.
Qedexe wê heta 28ê Gulanê berdewam bike. (AS/FD)