Fotograf: MA
Li Gundê Şêxanê yê Payîzavaya Wanê gundî li dijî çêkirina kanaya madenê derketine û xwepêşandanek li dar xistine. Leşker û cerdevanên li herêmê gule bera ser gundiyan dane. Her weha 4 gundî jî desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji bo kanayekê vekin rayeradên şîrketeke taybet tevlî leşker û cerdevanan çûne gundê Şêxane. Li wir 40 axurên gundiyan xera kirine. Gundiyan bertek nîşanî vê rewşê dane û li cihê ku wê kana lê çêbibe kom bûne. Niştecihên gund gotine ew ê destûrê nedin ku kana çêbibe. Leşker û cerdevanan li dora makîneyên karî dest bi nobetê kirine. Gundiyan dest bi meşê kiriye û leşker û cerdevan ji bo gundiyan belav bikin gule bera jor dane.
Ferhat Encu, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de vîdeoyek weşandiye. Encuyî di vîdeoyê de gotiye ku "Şîrket li gel leşkeran axurên gundiyan xera dike. Wan Payîzava Gundê Şêxan".
Şirket askerler eşliğinde köylülerin ahırlarını yıkıyorlar. Van Gürpınar Yurtbaşı Köyü. pic.twitter.com/AueYYBMnfi
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 27, 2021
Rojnameger Salih Sertkalî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyê dema gulebardanê weşandiye.
Burası İsrail-Filistin değil !
— Salih SERTKAL (@Salih65SERTKAL) May 27, 2021
Burası özel bir şirketin köyün içinde kurmak istediği Mermer Ocağına itiraz eden köylülere, havaya silah sıkarak müdahale eden ve birçok kişinin gözaltına alındığı Van Gürpınar Şêxan (Yurtbaşı) Köyü..Sonuç köylülere ait 20 ahırı yıkıldi #HemenSecim pic.twitter.com/u0zRlhYOke
Gundiyekî ku nexwestiye navê wî were nivîsandin ji MAyê re gotiye ku leşker û cerdevanan heqaret li wan kirine û wiha axiviye: “Ev sê sal in dixwazin li taxa me kana keviran vekin. Duh şîrketa miteahitiyê tevlî leşker û cerdevanan hatin taxê. Mekîneyên karî axurên me xera kirin. Me ev rewş protesto kir. Midaxele li me kirin û bi sedan gule di ser serê me de berdan. Di vê demê de 4 niştecihên taxê desteser kirin. Ew kesên desteserkirî destê sibê serbest bûn. Em naxwazin li taxa me kana mermeran vebe. Heke kana mermeran vebe em ê êdî nikarin li vir bijîn. Ji me re gotin ‘ev der malê xezîneyê ye û teqez vê kana li vir vebe’. Em ê destûra vî tiştî nedin.”
Piştî protestoyê leşker, cerdevan û rayedarên şîrketê ji wir çûne. (FD)