Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Payîzava ya Wanê di Kelha Çavuştepeyê de jineke ûrartûyî tevlî nexş û zînetên xwe hatiye dîtin. Jina ûrartûyî ya ezilzade, li nekropolê hatiye dîtin ku sê sal berê di encama xebatên kolanê de ev der derketibû holê.
Akademisyenên pispor xebatên kolandinê di bin serokatiya Prof. Dr. Rafet Çavuşoglû, Serokê Beşa Arkeolojiyê yê Fakulteya Edebiyatê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de berdewam dikin.
Di encama van kolandinan de 3 sal berê nekropolek hatibû dîtin ku li gorî lêkolînan endamên rêveberên Ûrartûyan li vir hatine binaxkirin. Herî dawî hestiyên jinekê hatiye dîtin ku tevlî guhar, di tiliya wê ya destê çepê de gustîl, di stûyê wê de gerdanî, derziya xemlê ya serê wê xaşxaşî û di her du zendên wê de bazinên ku serê wan ejder in hebûn.
Antropolog di laboratuvarê de li ser hestiyan wê lêkolînê bikin ku sedema mirina diyar bikin û bizanibin bê ka çend salî bûye.
“Tevlî xemla xwe hatiye binaxkirin”
Prof. Dr. Rafet Çavûşoglû ji Ajansa Anadolûyê re diyar kiriye ku, wan di 2017an de li qada nekropolê dest bi kolandinê kir û ew rastî agahiyên pir girîng hatin.
Çavuşoglu destnîşan kiriye, wan fêm kir ku di adetên çalkirina Ûrartûyan de xeml û xişir çi qas girîng e û wiha dewam kiriye: “Herî dawî gora ku me derxist holê ya jineke 20-25 salî ye. Li vê derê ya girîng ew e ku jinik bi hemû xeml û xişrên xwe hatiye çalkirin. Hema bêje li ser îskeletê seta xeml û xişrê heye. Ev nîşan dide ku jinên Ûrartûyan xwe pir dixemilandin. Me tesbît kir ku îskelet ya jineke esilzade ye. Lewra di her du zendên wê de bazin, di tiliya destê wê ya çepê de gustîleke bronz, du herdu guhên wê de guhar, di gerdena wê de derziya xemlê û gerdeniyeke ku ji kevirên biqîmet hatiye çêkirin, heye. Tê fêmkirin ku bi hemû xeml û xişrên wê yên ku rojane bi kar tîne ve hatiye çalkirin. Xaleke din a girîng jî dide nîşan ku jinên Urartuyan ji xeml û xişrê pir hez dikin.”
Çavuşoglu herwiha daye zanîn qîmeta ku Urartuyan daye jinê di goran de jî dertê holê û gotiye: “Li vê derê tişta herî girîng, gor ne ya kesên ji rêzê ye, yên jin û malbatên rêvebiran e. Gustîla tiliya wê ya destê çepê vê taybetiyê nîşan dide. Em bi vê gustîlê belkî cara ewil di kolanên arkeolojîk de rast tên ku gustîl weke peymana zewacê ye.” (EMK/FD)