Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêvebiriya Giştî a Emnîyetê ragihandiye, firokeya keşê ya ser bi Serokatiya Daîreya Hewageriyê li Çiyayê Artosê qelibiye û ketiye xwarê. Di encamê de 2 jê firokevan 7 karmendên emniyete mirine.
Rêvebiriya Giştî daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û tê de diyarkiriye, firokeya keşê a bi hejmara EM-809ê ya ser bi Serokatiya Daîreya Hewageriyê a Emniyetê “ji bo keşifkirina bajarên Wan û Colemêrgê” duh di saet 18.34an de ji Firokexaneya Ferît Melenî a Wanê rabûye.
Piştî wezîfeyê firokevan ji bo danînê bi rayedarên Firokexaneya Ferît Melênî a Wanê re axiviye. Piştre di saet 22.45an de bi firokeya çavdêriyê re têkiliyên radar û bêtêlê qut bûye.
Wezîr Soylûyî daxuyanî daye
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxwe ragihandiye ku firokeya model 2015 ku ji roja Duşemê ve li Wan û Colemêrgê keşif û çavdêriyê dike roja 15ê Tîrmehê di saet 18.35an de ji Firokexaneya Ferit Melen a Wanê bi armanca çavdêrîkirinê rabûye.
Soylûyî diyar kiriye ku di nav firokeyê de 2 jê pîlot 7 karmendên ewlekariyê hebûn û gotiye: “Di saet derdora 22.32 xulekan de herî dawî dema bi ser Elbakê re difirî ligel firokexaneyê dikeve têkiliyê û vedigeriya. Piştre saet derdora 22.45an hemû têkilî qut bû.”
Soylûyî diyarkiriye û gotiye, “Tîmên wan di saet 03.00ê berê sibehê de çûne herêmê û dîtine ku firokeya wan li Çiyayê Artosê ketiye û şikestiye. Di nav firokeyê de du jê firokevan 7 karmendên ewlekariyê mirin e. (TP/AY/FD)