Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Ipekyoluyê ya Wanê ji hêla hêzên PKKê ve li dijî qereqol û lojmanên polêsan bi wesayîteke bombebarkirî êrişi hat kirin. Di encama wê êrişê de 2 welatiyên sivîl û polîsek canê xwe ji dest dan.
Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan got: ‘Di encamê de 2 welatiyên sivîl û polêsek canê xwe ji dest dan, 20 jê polês 73 kes birîndar bûn.’
Munubusa bomberbarkirî
Waliyê Wanê derbarê êrişa li dijî Qereqola 2 Nîsanê û lojmanên polêsan de daxuyanî da rojnamegeran û wiha got:
‘Di saet 23:10an de munubusa bombebarkirî li nêzî bînaya qereqola polêsan a 2 Nîsanê ku di heman demê de weke lojman jî dihat bikaranîn, tê parkkirin. Piştî 9 saniye parkkirina munubusê teqîn pêk tê.’
‘Di encama êrişê de 2 welatiyên sivîl û polêsek canê xwe ji dest dan. 20 jê polês 73 kes jî birîndar bûn.’
‘Gelek bînayên li derdorê cihê bûyerê ziyan dîtine.’
Kesekî gumanbar hatiye binçavkirin
Taşyapan di daxuyaniya xwe de got ku di encama operasyona piştî bûyerê de kesekî bi navê M.O. ku tê îdiakirin ku wî êriş pêk aniye, bi awayekî birîndar bi dest ketiye û ew hatiye binçavkirin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku piştî wê teqînê, li cihê bûyerê pevçûn derketiye û demeke kurt dengê çekan bilind bûye.
Zêdeyiyê wan birîndaran kesên li salona dawetê bûne ne û dema hindik mabû dawet belav bibe teqîn pêk hatiye û di kamerayê de jî pêkhatina wê teqînê dixwiyê.
(AS/YO)