Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Şaxê ya bajarê Wanê êrişek li dijî wesayîta servîsa karkeran pêk hatiye. Wesayit ya şîrketeke taybet e ku rêyan çêdike. Di encama êrişê de 2 karker mirine, 8 karker jî brîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Walîtiya Wanê daxuyaniyek daye û tê de gotiye ku ew êriş ji aliyê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye kirin. Her weha êriş bi teqemeniya ku li ser destan dest hatiye çêkirin pêk hatiye.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hatiye diyarkirin, karkerên ku di encama êrişê de brîndar bûne bi helîkopteran birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmî a Wanê. (EKN/AY/FD)