Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 00.58 xulekan de bi pileya 4,7ê li navçeya Tuşbayê pêk hatiye.
Her weha erdhej 9.20 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û di dema erdhejê de welatî ji malên xwe derketine ser kolanan.
Erdhejê bandor li tevahîya bajar û li bajarên derdorê, Colemêrg, Îdir û Agiriyê jî kiriye.
Mehmet Emîn Bîlmez, Waliyê Wanê, derbarê erdhejê de li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, li gor agahiyên destpêkê di encama erdheja li Tuşbayê de ti zirarên canî û madî nehatine tomarkirin, lê tîmên taybet ji bo lêkolînê li gund û taxan digerin.(AY)