Li Gurpinarê, navçeya Wanê di encama xebatên erdkolandinê de, keleheke Ûrartûyan hatiye dîtin. Keleh li Çiyayê Akê hatiye dîtin ku bilindahiya wî çiyayî 2 hezar û 900 metroyî ye.
Bermahiyên keleha Ûrartûyan li nava zinaran hatiye çêkirin û çar qedemeyên wê û odeyeke merzelan tê de hene. Her weha kuleya çavdêriyê, coka avê, maleke mezin (dîrhe) jî di wê kelehê de ne.
Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bi serokatiya Prof. Dr. Rafet Çavûşoglûyî vê, lêkolînan li herêmê dikin û ew li ser keleha hatiye dîtin dixebitin.
Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Hebûnên Çandî ya Wezareta Turîzm û Çandê jî piştgiriyê dide van xebatan.
10 kes di nava ekîba navborî de hene k u ji arkeolog, antropolog, dîrokzanên hunerê û akademîsyenan pêk hatiye.
Çiyagerê pispor Mustafa Bîngolî rêberî ji ekîbê re kiriye û ekîb piştî rêwitiyeke 3 saetan gihîştîne lûtkeya çiyayî.
Li gorî zanyariyên ku ekîbê dane di Heyama Navîn de ji hêla rêvebirên Urartuyan ve ve der hatiye bikaranîn.
"Me gelek bermahî dîtin"
Prof. Dr. Çavûşoglûyî derbarê kelehê de gotiye, keleh bi teknîka "pîramîdal" ve hatiye çêkirin û taybetmendiyên Urartuyan a klasîk di xwe da dihewîne.
Çavûşoglûyî diyar kiriye ku dirêjiya kelehê 100 mêtro û berayiya wê jî 25 mêtro ye:
"Di hundirê wê de cihên avahîsaziyê yên ji Heyama Navîn jî hene. Me dît ku başûrê Çiyayê Akê bi qedeme ji bo cihûwarbûnê hatiye bikaranîn. Di lûtkeya herî bilind de jî cihekî çavdêriyê heye. Çiyayê Akê ji hêla cihê xwe ve cihekî pir baş de ye û nêzîkî cihên derbasûnê ye. Ji ber ku ev der nêzîkî çavkaniyên avê ye jî hatiye hilbijartin.
Ji ber şertên avûhewayê û ji bo ku ji tavê bêtir sûdê bigirin, li hêla rojavayê başûr hatiye tercihkirin. Li dorûberê em rastî gelek perçeyên seramîk ên ji serdema Çaxa Navîn, Çaxa Hesin û Urartuyan hatin."
Çavûşoglûyî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku li rojavayê başûrê bermahiyên kelehê wan cihek dîtiye, ji vî cihê re dibêjin "mala mezin":
"Dîwarê derve yê vî cihî 2 metro ye. Ev der nexasim ji hêla heywandariyê pir girîng e, îro roj jî zozanek e ku pez lê diçêre. Li hêla başûr a kelehê 30 metro coka avê heye ku li ser teht hatiye vekirin. Tiştekî girîng ê din jî gora teht e. Ev gor di zikê tehtekî da hatiye vedan û bi qasî 10 metroyan ji erdê bilindtir e. Ji ber ku pir asê ye em nikarîbûn derkevin, lewma me bi drone-ê dîmenên wê kişandin. Taybetên klasîk ên Urartuyan tê de hene." (FD)
*Çavkanî - Fotograf: AA