Li Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê ji ber berfê rêyên 574 cih û waran hatin girtin.
Xebatên vekirina rêyên ji ber berfê hatine girtin didomin. Her weha li gelek bajaran berf bê navber dibare û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berfê li tevahiya bajêr rêyên 363 gund û navendan hatin girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Mûş
Li tevahiya bajêr piştî ketina berfê rêyên 59 gundan hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, ji bo vekirina rêya 59 gundan xebat dewam dikin.
Colemêrg
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, li tevahiya bajêr berfê pêr rêya 223 cî û waran girtibû û ji wan rêyên 161 gund û mezrayan hatin vekirin.
Ekîb ji bo vekirina rêyên 62 gund û mezreyan dixebitin.
Bedlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê li navenda bajêr û li navçeyan rêya 90 gundan hat girtin.
Kurtkan got ku ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve ekîb di rêyên gundan da bê navber dixebitin.
Li bajêr hewa sar e, ekîbên şaredarî û rêbejan jî berf paqij kir, rê xoyê kirin û rê fireh kirin.
(AY)
Çavkanî: AA

