Fotograf: AA
Ji ber berfa zêde rêya hezar û 339 tax û gundan li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê girtî ne. Li Amedê jî berfê hiştiye ku qezayên trafîkê çêbibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berf û bagerê li Mîksê rêya 70 taxan, li Şaxê ya 126 taxan, li Elbakê ya 13 taxan, li Çalderanê ya 94 gundan, li Erdîşê ya 2 taxan, li Payîzavayê ya 38 gundan û li Bêrgirê ya 60 taxan girtiye.
Mûş
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yenturî diyar kiriye ku berfê rêya 352 gundan girtiye.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe avêtin, ser wesayîtên xwe jî paqij kirine. Ekîbên şaredariyê jî berfa kuçe û kolanan avêtine û xwey reşandine.
Colemêrg
Li Colemêrgê sê roj in berf dibare û bandor li ser jiyana rojane kiriye. Li gor agahiya ku ji Walîtiyê daye AAyê, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 95 gund û 199 mezreyan girtiye. Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina van rêyan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa kolanên nav bajêr davêjin û xwey reşandine. Li navenda bajêr bilindbûna berfê gihîştiye 30 santîman.
Bedlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Rêveberiya Taybet a Bedlîsê Umît Kurtkanî gotiye ku berfê rêya 290 gundan girtiye.
Amed
Li Amedê piştî barîna berfê du minîbus qulipîne û 22 kes birîndar bûne.
Li gor nûçeya AAyê, li navçeya Erxeniyê minîbusa rêwiyan ku nasnameya şofêrê wê hê nayê zanîn, ji ber barîna berfê ji kontrolê derketiye û wergeriyaye. 9 kesên ku di minîbusê da bûn, birîndar bûne.
Li ser rêya Amed û Gêlê jî berf bariya ye û minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nayê zanîn û plaqeya wê 21 AAH 508 e, wergeriyaye û 13 kes birîndar bûne.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Diyarbekir û Erxeniyê. (FD)