Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Wan, Çewlig û Elezîzê daxuyanî weşandine û diyar kirine ku çalakî û bernameyên mîna civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, danîna standan û konan, belavkirina belavok û broşuran, daliqandina afîş û pankartan hatine qedexekirin.
Li Wanê çalakî wê ji bo 9 rojan, li Çewlîg û Elezîzê ji bo 15 rojan wê bên qedexekirin. Li wanê biryar di 21ê Çiriya Paşiyê de destpê kiriye û wê heta 29ê Çiriya Paşiyê wê dewam bike. Li Çewlikê di 20ê Çiriya Paşiyê de destpê kiriye û wê ji bo 15 rojan ev qedexe dewam bike.
Li Elezîzê jî 21ê Çiriya Paşiyê saet di 00.01ê de destpê kiriye û wê heta 5ê Kanûna Paşiyê dewam bike.
Walîtiyan êrîşên asmanî yên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 19ê Çiriya Paşiyê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Iraqê dane destpêkirin weke sedema biryarên qedexeya li her sê bajaran diyar kirine. Walîtiyan di daxuyaniyên xwe de diyar kirine ku bi armanca "sazkirina sîstema civakî û ewlehiya wê, ewlehiya can û mal û milkan" xwenîşandan û meş qedexe kirine. (TY/FD)