Li gelek bajaran ji ber barîna berfa zêde rêya gelek gundan hatin girtin.
Wan
Li gorî nûçeya Rûdawê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye ku li bajêr ji ber berfa zêde rêya 158 gundan hatiye girtin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan li ser xebatên xwe berdewam in.
Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur ragihand ku li bajar barîna berfê berdewam dike û li herêmên bilind rêya 45 gundan hatiye girtin.
Şeyhmus Yentur got ku ji bo xelk mexdûr nebe tîmên wan xebatên xwe berdewam dikin.
Colemêrg
Li bajarê Colemêrgê ji ber girtina rêyan xelk di çûn û hatinê de rûbirûyê pirsgirêkan bûn.
Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku li Colemêrgê û navçeyên wê ji ber berfê rêya 10 gundan hatiye girtin û tîmên berfê ji bo vekirina rêyan li ser xebatên xwe berdewam in.
Li navenda bajêr dikandar û welatî pêş dikan û otomobîlên xwe ji berfê paqij dikin.
Bêdlis
Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bêdlisê Umit Kurtkan jî ragihand, li tevahiya bajar ji ber berfê rêya 70 gundan hatiye girtin.
Umit Kurtkan diyar kiriye ku xebatên vekirina rêyan bi 75 karmend û 71 makîneyên kar berdewam dikin.