Li Venezuelaya ku welatekî Amerîkaya Başûr e, erdhejeke bi pileya 6,2an çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê bajarokê Mene Grande yê eyaleta Zuliayê ya Venezuelayê ye.
Li gorî nûçeya AAyê erdhej 7,8 kîlometre di bin erdê de çêbûye û li piraniya Venezuelayê û li herêmên sînorî yên Kolombiyayê hat hîskirin.
Rayedaran piştî erdhejê ji bo zerarên canî û malî heta niha daxuyanî nedane.
(EMK/AY)
