Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Frederic Leclerc-Imhoffê 32 salî ji bo kanala nûçeyan a BFMyê ku li Fransayê weşanê dike dixebitî, li Ukraynayê miriye.
Li gorî nûçeya ku çapemeniya Fransayê, wesayîta ku ji bo wergirtina 10 sivîlan çûbû herêma nêzî Severedonetskê rastî êrişa yekîneyên topavêj yên Rûsyayê tên û Leclerc-Imhoffî jî di wê wesayîtê de bûye.
Leclerc-Imhoff ji ber ku perçeyek şarapnelê li stûyê wî ketiye, can daye.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî li ser Twitterê daxûyanî daye û gotiye, Leclerc-Imhoff ji bo ku rastiya şer nîşan bide li Ukraynayê bûye û di wesayîta sivîlên ku ji ber bombebarana Rûsyayê direvin de hatiye gulebarankirin.
Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonnayê di daxuyaniyekê de kuştina rojnamevan Leclerc-Imhoff şermezar kiriye.
Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Christophe Deloire di daxuyaniyekê de li ser Twitterê ragihandiye ku artêşa Rûsyayê wesayiteke valakirinê ya ku rojnamevanê Fransî tê de bûye, gulebaran kiriye û rojnamegerî di stûyê xwe de gule xwariye.
Leclerc-Imhoffî 6 sal bû ku di kanala nûçeyan a televîzyona BFMyê de dixebitî.
Selon le gouverneur de Louhansk, un journaliste français a été tué en #Ukraine, touché par un éclat d'obus alors qu'il filmait une évacuation de civils. RSF ne fait pas état de son identité pour l’instant, le temps que sa famille et ses collègues soient informés. pic.twitter.com/ZCz7y42HMz
— RSF (@RSF_inter) May 30, 2022
(HA/AY)