Fotograf: Bermahiyên TB2yê, li Îdlibê hatibû xistin û ew biribûn Rûsyayê/Raynews.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Serokdewletê Federasyona Rûsyayê Dmîtry Peskovî gotiye ku ger li Ûkraynayê balafirên bêmirov ên tirkan çêbibin, ew ê bikeve nava sînorên "demîlîtarîzasyonê."
Ferhengê ji bo "demîlîtarîzasyon"ê gotiye "ji çekan paqijkirin, bêçekkirin, ji leşkeran paqijkirin." Li şûna çalakiyeke polîtîk a sazûman tê bikaranîn.
Li gorî nûçeya ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê, Balyozê Ûkraynayê yê li Tirkiyeyê Vasyl Bodnarî çend roj berê piştrast kiribû ku şîrketa tirkan a bi navê Bayraktar wê bi heman navê li Ûkraynayê fabkîraya çêkirina SIHAyan (Balafirên Bêmirov ên Bêçek) ava bike û şîrketê li wir erdek kiriye.
Rojnamegeran ji Peskovî pirsîne bê ka vê rewşê çawa şîrove dike. Wî gotiye "Avakirina tiştekî bi vî rengî bi tena serê xwe mijara demîlîtarîzasyonê ye, divê ev tişt bê famkirin ku, ev wê ihtimale dema êşên ûkraynî dikişînin dirêjtir bike lê wê nikaribe li ber operasyonê bibe asteng da ku bigihêje armanca xwe."
Avakarê şîrketa Berevaniyê ya Baykarê ya ku Bayraktar SIHAyan hildiberîne û dîzaynerhe TB2yê Selçûk Bayraktar e. Bayraktar zavayê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e. Selçûk Bayraktar bi çeka Erdoganî Sumeyye Erdoganê re zeviciye.
Ûkraynayê di navbera 2018 û 2020ê de dest bi kirîna TB2 Bayraktar SIHAyan kiriye. Li gorî daxuyaniya ku Wezîrê Berevaniya Ûkraynayê Oleksîî Reznîkovî daye, ji roja Rûsyayê dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiriye ango ji 24ê Sibatê û heta niha Ûkraynayê 50 Bayraktar TB2 SIHA ji Baykarê kirîne.
Ûkraynayê di dawiya sala 2021ê de bi Tirkiyeyê peymaneke lîsansê îmze kiriye û ji wê rojê heta niha ew IHAyên xwe çêdikin. Di dema şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de jî ya sala 2020ê li Qerebaxê pêk hat, Azerbaycanê gelek caran Bayraktar TB2 bikar anîbû. (AEK/FD)