Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de destpê kiriye di roja 44emîn de ye. Hewldanên ji bo tehliyekirina sivîlan ji herêmê didome. Rayedarên Ûkraynayê ragihandine ku li îstasyona trenê ya li bajarê Kramatorska Donetskê, du mûşek avêtine sivîlan. Her weha sîvîlên li îstasyonê li bende bûn ku li herêmê were derxistin.
Artem Dekhtyarenko, Nûnerê Serwîsa Ewlekariya Ûkraynayê ragihandiye ku êriş ji aliyê Rûsyayê ve pêk hatiye û di encama êrişê de 4 jê zarok 39 sivîl mirin e. Her weha diyar kiriye ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî nûçeya BBC Tirkî yê Oleksandr Kamyshin, berpirsê kargeha trênan yê dewleta Ûkraynayê li ser hesabê xwe yê Telegramê peyamek belav kiribû û gotibû, êriş ji aliyê Rûsyayê ve pêk hatiye û di encama êrişê de ji 30î zêdetir kes mirine û ji 100î zêdetir kes birîndar bûne.
Şaredarê Kramatorskê Aleksandr Gonçarenko jî diyar kiriye ku piraniya kesên di êrîşê de birîndar bûne rewşa wan giran e, nexweşxane ji bo dermankirinê têra birîndaran nakin, nêzî 40 doktoran birîndar emeliyat kirine û di dema êrîşê de nêzî 4 hezar sivîl li îstasyonê bûn in.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) Serokomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskîyî jî li ser hesabê xwe yê Telegramê diyar kiriye ku îstasyon ji aliyê hêzên Rûsî ve bi fuzeya "Tochka-U" hatiye kirin.
Rûsyayê daxûyanî daye
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek li ser mijarê weşandiye û diyar kiriye ku daxuyaniyên li ser êrîşa bi fuzeyan a hêzên Rûs li îstasyona trenê ya li bajarê Kramatorska herêma Donetska Ûkraynayê , 'derew' û 'provokasyon' in. Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hatiye ragihandin ku daxuyaniya hikûmeta Ûkraynayê ya li ser mijarê rast nîne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku muşekên Toçka-U “bi tenê ji aliyê hêzên çekdarî yên Ûkraynayê ve tên bikaranîn.”
Dmîtriy Peskov, Berdevkê Kremlînê jî gotiye ku artêşa Rûsyayê muşeka ku ji bo istasyona trenê hatiye avêtin bikarnahîne.
(SD/AY)