Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bakurê rojhilatê Ûgandayê ku welatekî rojhilatê Afrîkayê ye, di meha dawî de ji ber hişkesaliyê zêdetirî 200 kes mirine.
Li gorî agahiyên ku Jino Bornd Merî ji rêveberiya herêmî ya navçeya Kaabong a li herêma Karamoja ya welat û xebatkarê saziyên sivîl Mûsa Okorî parve kiriye, ji bilî hişkesalîya li herêmê ji ber nebûna ewlehiyê zêdetirî 500 hezar kes bi birçîbûnê re rû bi rû mane.
Jîno Bornd Merî wiha gotiye: "Kesên ku di nav de extiyar, dayikên ku zarokan dimijîne û zarok jî hene li malên xwe bi bêdengî dimirin. Ji birçîna dimirin." Li gorî daneyên ku Merî parve kiriye, di meha Tîrmehê de tenê li navçeyekî herî kêm 184 bûyerên mirina ji birçîbûnê hatiye tomarkirin.
Ji rêxistina civaka sivîl ya herêmî Okorî jî destnîşan kiriye ku herî kêm 22 kes li Kotîdo, navçeyek din a herêmê, ji ber birçîbûna vê mehê mirine.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) Parlamentera Karamojayê Faith Nakut daxuyanî dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku mirovên li herêmê ji ber hişkesaliya ku bi mehan e dewam dike ji bo ku bijîn giya dixwarin.
Nakûtê anîye ziman ku ji ber xwarin û xurak nîne gel ji birçîna dimirin û wiha gotiye: "Ji ber xelaya ku li herêma Karamojayê heta 8ê Tîrmehê 46 kes ji birçîna mirine, 2 hezar û 181 mal jî li benda mirinê ne."(SD/AY)