Fotoğraf: Keys Seîd, Serokomarê Tûnûsê / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Keys Seîd, Serokomarê Tûnûsê aşkere kiriye ku wî Serokwezîr Hişam el-Meşîşî ji wezîfeyê girtiye û tevahî desthilatên parlamentoyê daye sekinandin. Li Tûnûsê protestoyên li dijî partiya desthilat qeyrana siyasî mezin kiriye.
Seîdî destnîşan kiriye ku diviyabû me ev biryarana çend meh berê bigirta û gotiye piştî ku ez bi serokê parlamentoyê û Serokwezîr Hîşam el- Meşîşî re civiyam min ev biryarana girtiye.
Her weha Serokomar Seîd ragihandiye ku wî tevahî desthilatên parlamentoyê daye sekinandin, parêzbendiya parlamenteran rakiriye û Meşîşî, serokwezîrê niha ji wezîfeyê girtiye. Her weha Seîdî ragihandiye ku ew ê serokwezîrek nû wezîfedar bike.
Mixalefetê gotiye “darbe” ye
Serokê Parlamentoya Tûnûsê û Reşîd el- Gannûşî, Pêşengê Tevgera Nahdayê piştî ku Keys Seîd, Serokomarê wî welatî tevahî desthilatên parlamentoyê daye rawestandin û serokwezîr ji wezîfeyê girtiye banga têkoşîna aştiyane ji gel kiriye.
Reşîd el- Gannûşî, Serokê Tevgera Nahdayê bi televizyona El Cezîreyê re axiviye û destnîşan kiriye ku biryarên ku serokomar girtiye neqanûnî ye û weke darbe bi nav kiriye.
Riyad Şûaybî, yek jê rêvebirê Tevgera Nahdayê ye bi AAyê re axiviye û gotiye ku Tevgera Nahdayê Seîd bi baryarê ku girtiye ji hemû binpêkirinan berpirsiyar dibîne.
(TP/AY)