Fotograf: @Saudi_Gazette
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomariya Tûnisê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku Kaîs Saîed, Serokomarê Tûnisê, ji bo hikûmetê saz bike, Najla bouden Romdhane wezîfedar kiriye.
Ger Romdhane, hikûmetê ava bike wê di dîroka Tûnisê de bibe yekem jin ku bûye Serokwezîr.
Najla Bouden Romdhane, li Dibistana Endazyariyê ya Tûnisê dersên jeolojiyê dide.
Piştî ku Saîedî di 25ê Tîrmehê de xebatên Parlamentoyê dabû sekinandin û serokwezîr ji wezîfeyê dûr xistibû, di 22yê Îlonê de biryarnameyên nû weşandibû ku erkên xwe zêde kiribû bi van biryarnameyan. (EMK/FD)