Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 16ê Nîsanê de referandûm dê bê kirin. Partiyên sîyasî dê ji bo propagandayê li TRTyê(Radyo û Televizyonên Tirkiyeyê) dest bi axiftinan bikin.
Cara pêşiyê ye ku li ser navê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) kesek dê li televizyona dewletê ya bi navê TRT biaxive.
Nûnerê AKPyê dê 30 deqîqeyan yên muxalefetê dê 20 deqîqeyan biaxivin
Nûnerên partiyan dê di navbera 10-14ê Nîsanê de biaxivin.
Nûnerê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) dê sê caran biaxive her axiftin dê 10 deqîqe bin.
Nûnerên Partiya Komarî ya Gelî(CHP), Partiya Nijadperrest a Gelî(MHP) û Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) dê du caran biaxivin. Her axiftin dê 10 deqîqe bin.
Di pêvajoya referandûmê de mafê serokkomarî jî heye ku du caran, her car bi deh deqîqeyan biaxive. Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku ew ê vî mafê xwe bi kar neîne.
Axiftinên destpêkê
Di 10ê Nîsanê de cara pêşiyê axiftin hatin pêşkêşkirin. Li ser navê CHPyê cihgirê serokî, Bûlent Tezcan û li ser navê MHPyê parlamenterê Afyonê Mehmet Parsak axivî.
Milletvekilimiz Mehmet Parsak'ın Partimiz Adına Yaptığı 2017 Referandum Konuşması pic.twitter.com/AiAVB8grLL
— MHP (@MHP_Bilgi) 10 Nisan 2017
Cara pêşiye ku nûnerê HDPyê dê biçe TRTyê
İnanılır gibi değil ama yarın akşam TRT'deyiz. pic.twitter.com/skPsSyxFvO
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 10 Nisan 2017
Li ser navê HDPyê Parlamentera Stenbolê Hûda Kaya û parlamenterê Rûhayê, Osman Baydemîr dê biaxivin.
Nûnerên AKPyê
Li gor nûçeya Nergîs Demîrkayayê ya di Gazete Duvarê de, li ser navê AKPyê cihgirê wekîlê koma AKPyê Naci Bostanci, sekreterê giştî yê AKPyê Sabrî Gûl û parlamenterê AKPyê Sabrî Şentop dê biaxivin.(BK/MB)