Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber baraneke zêde duh bi şev li Trakyayê daye, li navçeya Ûzûnkopruyê ya Edîrneyê ava Çemê Kirkavakê, li Kirklareliyê jî ya Çemê Çurtlenê rabûye. Li her du bajaran jî mal û kargeh di nava avê de mane.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Beşa Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) li Edîrneyê ekîbên AFADyê yên bajêr, yên 112yê, polîs û îtfaiyeyê kar û xebatên xwe dewam kirine. Di wesayitekê û 10 avahiyan de kesên ji ber lehiyê asê mane, hatine rizgarkirin û ew birine cihê ewle.
Li gorî zanyariyên ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) dane, baran wê îro jî li herêmê bibandor be.
Li Edîrneyê ava Çemê Ûzûnkopruyê rabûye
Li navçeya Ûzûnkopruyê di 24 saetan de her metrekareyê 60 kîlogram baran ketiye erdê. Li ser rêyan cihok çêbûne, av ketiye hin jêrzemînan. Ji ber vê barana zêde, di Çemê Kirkavakê de av rabûye.
Rêya gundê Kirkavakê jî di bin avê de maye û ji ber av rabûye, rê ji çûn û hatinê re girtine.
Li nava bajêr jî bo tedbîrgirtinê hinek rê ji çûn û hatinê re hatine girtin. Her weha hinek avahiyên li navenda pîşesaziyê û erdên çandiniyê jî di bin avê de mane.
Ekîbên AFADê kesên di 48 malên li Sîteya Waqifê ya Taxa Ataturkê diman, derxistine û ew birine cihên biewle.
Li Kirklareliyê jî mal û kargeh nava avê de mane
Li bajêr baranê di saetên sibehê dest pê kiriye û ji ber baraneke zêde bariyaye, ava Çemê Çurtlenê rabûye.
Xebatkarên şaredariyê bi alîkariya wesayitên karkirinhe, welatî ji malên wan derxistine. Beşek ji welatiyan nexwestiye ji malên xwe derkevin. Şaredariyê xwurek dane wan. (TP/FD)