Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Taxa Esîroglû ya Trabzonê, niştecihên taxê, rêya karkerên kurd biriye û hewl dane wan lînc bikin.
Sendîkaya Dev Yapi-Îşê bertek nîşanî êrîşê daye.
Sendîkayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye, “ew êrîşa faşistane a li ser karkerên avahîsaziyê şermezar dike.”
Li gorî heman daxuyaniyê, “Li bajarokê Esîroglûyê yê navçeya Maçkayê ya Trabzonê êrîşeke faşîstane li dijî karkerên guhdariya muzîkê dikirin, pêk hatiye. Ji nişka ve bi dehan kesan derb li karkeran dane û ew birîndar kirine. Dermankirina karkerên ji Agiriyê ne, li nexweşxaneyê bidawî bûye.”
"Rêya me birîn"
Li gorî nûçeya Fatîh Sayginî ya di Gazete Duvarê de hatiye weşandin, di dema êrîşa li ser 6 karkeran de, bi daran û beran serê karkerekî hatiye şikandin û bi deh kêlan hatiye dirûtin, kêr li milê karkerekî dane û pozê wî şikandine, milê karkerekî ji cihê xwe derketiye.
Karkerekî ji Sayginî re bi van gotinan behsa bûyerê kiriye: “Dema me xwest em ji taxê ber bi rêya mezin ve biçin, wesayitekê rêya me qut kir. Me got qey wê alîkariyê bixwaze. Ji wesayita xwe derket û ber bi me ev hat û xwest em dengê mûzîkê kêm bikin. Dengê mûzîkê ji xwe kêm bû. Me jî got, em dikarin kêm bikin lê ka ji bo çi bertekê nîşan dide. Muzîka ku lê dida jî straneke rapê ya bi tirkî bû. Ji pencereyê kulmek li me da. Ji ber em 6 kes bûn, me bersiva wî neda.”
Karkerî diyar kiriye ku paşê bi wesayitan “mirovên bi dar û beran” hatine û êrîşî wan kiriye.
Piştî ku bûyer li derveyî Trabzonê jî hate bihîstin, rojnameya Gunebaş ya herêmî hewl daye ser bûyerê bigire.
Rojname bêyî ku bi karkeran re biaxive, nûçeyek amade kiriye û gotiye, “Hin derdor dixwazin bûyera bûye, bikin mijareke siyasî û weke pevçûna ‘Tirkan-Kurdan’ nîşan bidin.” Rojnameya Gunebaşê di nûçeya xwe de cih daye sedemên êrîşkaran û ew weke bêtawan nîşan daye. (AEK/FD)