Fotograf: AA
Li Tokyoyê, paytexta Japonyayê 79 kes ji ber germa zêde mirine.
Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî, Buroya Geşdariya Civakî û Tenduristiya Civakê ya Tokyoyê daneyên derbarê kesên ji ber germê mirine nû kiriye.
Li gor vê ji serê Tebaxê heta îro li Tokyoyê 79 kes mirine ku temenê 70 kesan 65 û berjortir bûye.
Li malên 65 kesên ku mirine sîstema hewadariyê nedihat xebitandin, ji miriyan 32 kes di navbera 17.00ê êvarê û 05.00ê berbangê de mirine.
Li gor daneyên Îdareya Îtfaiyeyê ya Tokyoyê, ji serê mehê pê va ji ber germê 2 hezar û 576 kes bi ambulansê rakirine nexweşxaneyan.
Li Japonyayê germa hewayê ji dawiya Tîrmehê û vir ve di navbera 32 û 37 pileyan da diguhere. (FD)