Li Tokatê bi şev du erdhejên bi pileya 4,7 û 4,1ê pêk hatin.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan(AFAD) hatiye weşandin, di saet 01.06an da bi pileya 4,7 û di saet 02.35an da jî bi pileya 4,1an du erdhej pek hatun. Navenda erdhejan navçeya Sulusaraya Tokatê ye. Hat diyarkirin ku erdheja destpêkê 9,97 kîlometre û ya duyemîn jî 7 kîlometro di bin erdê da çêbûye.
Waliyê Tokatê Numan Hatîpoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me îro li taxên Sulusaray, Artova û Yeşîlyurtê dibistan girtin."
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku piştî erdheja bi pileya 4,7an ku navenda wê li navçeya Sulusaray a Tokatê bû, hemû ekîbên AFADê û saziyên pêwendîdar dest bi lêkolîna qadê kirin û ti rewşeke neyînî nehat dîtin.