Fotograf: Turk Telekom
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) encamên "Lêkolîna di Nava Malan de Bikaranîna Teknolojiyên Înformatîk ya 2022yê" weşandiye. Di vê xebatê de lêkolîn li ser bikaranîna înternet û platformên medyaya civakî hatiye kirin.
Encamên herî balkêş ev in
Rêjeya malên ku înternetê bikar tînin | ji sedî 94,1 |
Rêjeya kesên înternetê bikar tînin di nava serjimara giştî de | ji sedî 85,0 |
Rêjeya kesên ku înternetê birêkûpêk bikar tînin | ji sedî 82,7 |
Rêjeya kesên xizmetên e-devletê bikar tînin | ji sedî 68,7 |
Rêjeya kesên li ser înternetê tiştan û xizmetan dikirin | ji sedî 46,2 |
Tiştên ku herî zêde li ser înternetê tên kirîn: Ayakkabı, giyim ve aksesuar | ji sedî 71,3 |
Rêjeya kesên ku bi rêya înternetê perwerdeyê dibînin | ji sedî 15,9 |
Rêjeya jin û mêran gihîştiye hev
Rêjeya mêrên ku di sala 2022yê de înternet bikar anîne 89,1ê, ya jinan 80,9 e.
Herî zêde WhatsApp tê bikaranîn
Li gorî rapirsiya TUIKê li Tirkiyeyê herî zêde WhatsApp tê bikaranîn , rêjeya wê ji sedî 82,0 e, Telegram piştî wê tê ku rêjeya wê ji sedî 13,3 e, Snapchat ji sedî 8,3 û BIP jî ji sedî 5,3 ye.
Platforma herî zêde hatiye bikaranîn YouTube e
Di nava platformên medyaya civakî de bi rêjeya ji sedî 67,2yê YouTue di rêza jor de ye. Piştî wê Instagram tê ku rêjeya wê 57,6 e. Facebook ji sedî 50,4 û Twitter jî ji sedî 20,2 ye.
Li gorî zayendê, mêran WhatsApp (ji sedî 85,9) YouTube (ji sedî 70,8) û Facebook (ji sedî 61,5)
jinan jî WhatsApp (ji sedî 78,1), YouTube (ji sedî 63,7) û Instagram (ji sedî 55,9) bikar anîne. (AEK/FD)