Li Tirkiyeyê di sala 2024an de şewatên daristanan zêde bibin.
Hejmara şewatên daristanan yên ku di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 19ê Tebaxê de li gor heman heyama par ji sedî 78 zêde bû. Di sala 2023an de di vê heyamê de 1419 caran şewat derketibûn, di sala 2024an de ev hejmar derket 2 hezar û 529an.
Qadên daristanên yên ku şewitîna ji 8 hezar û 865 hektaran derket 17 hezar û 456 hektarî.
Li gorî daneyên Rêvebiriya Giştî ya Daristanan (OGM) di meha Tebaxa îsal de 439 şewatên daristanan pêk hatine. Bi taybetî di navbera 15-18ê Tebaxê de 109 jê şewatên daristanan bi giştî 247 şewat rû dane.
Xeterî zêde dibe
Tirkiye tevî welatên wekî Portekîz û Spanya di nava welatên ku herî zêde xetereya şewat lê hene de cih digire.
Zêdebûna şewata daristanan him hebûnên xwezayî yên Tirkiyeyê dixe xetereyê û him jî zehmetiyên têkoşîna ji bo vemirandina şewatê derdixe holê. Pispor diyar dikin ku germahiya kûrewî û faktorên mirovî dibe sedema van şewatan û dibe ku di salên pêş de metirsiyên mezintir rû bidin.
Tevî ku ji sedî 90ê şewatan ji ber mirovan çêdibin jî, şert û mercên hewayê yên guncaw û nebatî dibe sedem ku şewat li qadên berfireh belav bibe.
Germahiya di du mehan de
Seroka Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Bakirçayê ya Îzmîrê û Pispora Pergalên Agahiyên Erdnîgariyê Prof. Dr. Şermîn Tagil ji Ajansa Anadolûyê re axivî û diyar kir ku germahiya demsala havînê, ba û rewaya di erdê de di zêdebûna şewatên de bi bandor in.
Tagilê got ku ev 13-14 meh in germahiya hewayê li ser germahiya demsalî ya asayî ye û ev rewş sedeme ku şewat zêde bibe û li Tirkiyeyê meha Hezîran û Tîrmehê wekî mehên herî germ tên tomarkirin.
Tirmeha herî germ a 53 salên dawî li Tirkiyeyê hat jiyîn
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum jî ragihandibû ku meha borî, Tîrmeha herî germ a 53 salên dawî li Tirkiyeyê bû.
(TY/AY)