Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî aşkere kiriye ku li Tirkiyeyê nexweşek bi xureka meymûnan ketiye û nexweş hatiye tecrîtkirin.
Kocayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye: “Li nexweşekî me xureka meymûnan peyda bûye. Nexweş 37 salî ye, sîstema wî ya laşparastinê lawaz e. Ew hatiye tecrîtkirin. Kesên ku temasa wan bi nexweş re bûye, hatine şopandin, nexweşî li kesî din nehatiye dîtin. Weke ku tê zanîn, ev nexweşî ne bi rêya hilmijê lê bi temasa fîzîkî ya nêzîk derbas dibe.”
WHO: Nayê zanîn bê ka çawa derbas dibe
Rayedarê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO/RTC) Dr. Îbrahîm Soce Fallî gotiye, li welatên vîrus lê endemîk e jî hîna baş nayê zanîn bê ka çawa belav dibe, hîna gelek dînamîkên belavbûnê nayên zanîn.”
WHOyê diyar kiriye ku bi van rengan nexweşî belav dibe: “Destdana cil û berg, çerşef an jî destmalên kesekî ku bi nexweşiya xureka meymûnan ketiye. Destdana qaşilk an jî pirtikan. Dema li cem kesekî/e newxweş be û ew kes bikuxe yan jî an jî bipişke.”
Nexweşiya xureka meymûnan çi ye? |
Yek ji cûreyên vîrusa xuriyê ye ku di salên 1980yî de qediyabû. li gorî zanyariyên ku Navenda Kontrola Nexweşiyan û Parastinê ya DYAyê (CDC) weşandine, nexweşî di sala 1958ê de li koloniyên meymûnan hatiye dîtin. Cara pêşiyê di sala 1970yî de li Komara Demokratîk a Kongoyê (DRC) li mirovan peyda bûye. Ji wê rojê û heta niha li Benîn, Kamerûn, Komara Afrîkaya Navîn, Komara Demokratîk a Kongoyê, Sîerra leone û Sûdana Başûr jî di nav de li 11 welatên Afrîkayê hatiye dîtin. Nîşaneyên wê çi ne? Laşgermbûn, pirtik, êşeke zêde a serî, êşa piştê, êşa masûlkeyan, bêtaqetî û werimandina girêkên lenfan, nîşaneyên herî berbelav ên têkildarî xureka meymûnan in. Li gorî RTCyê, nexweşên ku xureka meymûnan lê peyda dibin, piştî nexweş dikevin, di navbera 3 rojan de, pirtik ji çermê wan diweşin. Pirtik bêhtir ji çermê rûyî diweşin. Her weha bandorê li kefa destan, binê lingan mukozaya dev û endamê zayendîtiyê dike. Pêvajoya kurkketinê ya xureka meymûnan piranî di navbera 6 û 13 rojan de ye lê li gorî RTCyê di navbera 5 û 21 rojan de jî diguhere. Derman jê re heye yan na? Li gorî RTCyê niha ti rêyeke taybet a dermankirina nexweşiyê nîne. Tê îdiakirin ku bandora derziya li dijî xuriyê, ji sedî 85 e. Di sala 2003yê de dema newxeşî li DYAyê belav bûbû, 47 kes miribûn. Gelek kes dema nexweş dikevin, nexweşî li wan giran nabe lê li gorî RTCyê rêjeya mirinê ji sedî 11 e. Rêjeya mirinê di nava zarok û ciwanan de zêdetir e. |
(AS/FD)