Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê ya fermî (TUÎK), encamên "Lêkolîna Bikaranîna Teknolojiyên Zanist û Ragihandinê ya Zarokan" a sala 2021ê weşandiye.
Li gorî encamên lêkolînê, di sala 2013ê de ji sedî 50,8ê zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 15an de înternet bikar tanîn. Ev rêje di sala 2021ê de bûye ji sedî 82,7.
Lêkolîn di navbera 29ê Adar û 21ê Gulana 2021an de li malan hatiye kirin ku di wan deman de bandora şewba Covid-19ê dewam dikir. Ji bo vê xebatê lêkolîna zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 15an de ye kirine.
Armanca lêkolînê ew e ku bê ka zarok bi çi awayî û kengî computer, înternet, telefona mobile, lîstikên dijîtal û medyaya civakî bikar tînin hu guhertinên çawa di van pêvajoyan de çêdibin.
Di encama lêkolînê de derketiye holê ku di sala 2013an de ji sedî 53,7ê zarokên kur înternet bikar dianîn. Ev hejmar di sala 2021ê de bûye ji sedî 83,9. Ev rêje di nava zarokên keç de, sala 2013ê ji sedî 47,8 bûye. Di sala 2021ê de bûye 81,5.
Ji sedî 90,1ê zarokên ku dikevin înternetê gotiye ku ew her roj, ji sedî 8,5ê zarokan gotiye heftê kêmanî carekê, ji sedî 1,4ê zarokan jî gotiye heftê ji carekê kêmtir ew înternetê bikar tînin.
Zarokên ku bi rêk û pêk dikevin înternetê, heftê di derdora 12 saetan de li ser înternetê li dersên xwe dişixulin, 6 saet û 59 deqîqeyan jî dîsa li ser înternetê bi tiştên din re mijûl dibin.
Ji sedî 9,1ê zarokan li ser înternetê tişt kirîne.
Herî zêde bi lîstikên şerî lîstine
Ji sedî 54,3yê ku gotine ew bi rêk û pêk înternetê bikar tînin, bi lîstikên şerî lîstine. Ji sedî 52y^´zarokan lîstikên serpêhatî/aksiyon, ji sedî 41,8ê zarokan lîstikên sîmulasyonê û ji sedî 26,5ê zarokan jî lîstikên sporê lîstine. (AÖ/FD)