Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezirê Tenduristiyê daneyên nû yên derbarê koronavirusa nû ango Covid-19ê de aşkere kir.
Li gorî vê daxuyaniyê di 24 saetên dawiyê de li Tirkiyeyê nexweşî li 4 hezar û 353 kesên din peyda bûye. 126 kes mirine. Hezar û 542 kes baş bûne.
Di vê demê de testa 40 hezar û 270 kesan hatiye kirin. Heta niha testa 558 hezar û 143 kesan hatiye kirin.
Heta niha 78 hezar û 546 kes bi vê nexweşiyê ketine, hezar û 769 kes jî mirine.
Dermankirina hezar û 845 kesî li beşên nexweşiyên giran berdewam dike, hezar û 14 nexweşên entube hene. Her weha 8 hezar û 631 nexweş baş bûne. (DB/FD)