Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 927 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 613an. Her weha hezar û 10 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 40 hezar û 16 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 572 hezar û 688 kesan çêkirine. 226 hezar û 100 kes nexweş ketine. 5 hezar û 613 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 249 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 387, ya nexweşên baş bûye 209 hezar û 487e.(RT/AY/FD)