Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 931 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 508an. Her weha 992 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 43 hezar û 404 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 316 hezar û 781 kesan çêkirine. 220 hezar û 572 kes nexweş ketine. 5 hezar û 508 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 243 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 385, ya nexweşên baş bûye 203 hezar û 2e. (EKN/AY/FD)