Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 867 kesên din peyda bûye. 24 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 609an. Her weha 931 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 52 hezar û 305 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 155 hezar û 349 kesan çêkirine. 166 hezar û 422 kes nexweş ketine. 4 hezar û 609 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 612 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 261, ya nexweşên baş bûye 130 hezar û 852e. (EKN/AY/FD)