Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 827 kesên din peyda bûye. 23 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 563an. Her weha 974 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 31 hezar û 525 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 70 hezar û 719 kesan çêkirine. 164 hezar û 769 kes nexweş ketine. 4 hezar û 563 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 651 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 283, ya nexweşên baş bûye 128 hezar û 947e. (EKN/AY/FD)