Fotograf: AA
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derbarê rewşa rojane ya Covîd-19ê de zanyari li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye û gotiye: " hejmara nû ya pêketan kêm bûye. Di têkoşîna me ya li dijî Covîd-19ê de tesîra ew rojên ku em li mal dernakevin gelek zêde ye. Em roja duşem û sêşemê jî ji mal dernekevin."
Zanyariyên ku Kocayî dane weha ye:
di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 368 kesên din hatiye dîtin. 55 kesên din mirine. Her weha 1 hezar û 825 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 35 hezar û 369 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 624 hezar û 994 kesan çêkirine. 144 hezar û 749 kes nexweş ketine. 4 hezar û 140 kes jî mirine
Dermankirina 914 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 468, ya nexweşên baş bûne 109 hezar û 962 e. (AY/FD)