Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 639 kesên din hatiye dîtin. 58 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 952an. Her weha 2 hezar û 826 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 33 hezar û 332 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 474 hezar û 003 kesan çêkirine. 143 hezar û 114 kes nexweş ketine.
Dermankirina 998 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 535, ya nexweşên baş bûne 101 hezar û 715 e. (EKN/AY/FD)