Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 977 kesên din hatiye dîtin. 57 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 641an. Her weha 4 hezar û 782 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 30 hezar û 395 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 265 hezar û 119 kesan çêkirine. 133 hezar û 721 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 260 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 665, ya nexweşên baş bûne 82 hezar û 984 e. (EKN/AY/FD)