Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 61 kesên ji ber Covîd-19ê din mirine û 4 hezar û 892 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 24 hezar kesan hatiye kirin. Her weha heta niha test ji bo milyon û 135 hezar û 367 kesan çêkirine.
Heta niha 126 hezar û 45 kes bi Covîd-19ê ketine û 3 hezar û 397 kes jî mirine.
Dermankirina hezar û 424 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 766, ya nexweşên baş bûne 63 hezar û 151 e.
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê diyar kiriye û gotiye, ji 11ê Adarê pê ve cara yekeme hejmara nexweşên baş bûnê ji yên nexweşî ba wan re heye zêdetir bûne. Çiqas tedbir bêne cî bi cî kirin dê encam jî ewqas baştir be. (DB/AY/FD)