Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 919 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 630an. Her weha 982 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 45 hezar û 283 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 617 hezar û 971 kesan çêkirine. 227 hezar û 19 kes nexweş ketine. 5 hezar û 630 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 263 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 392, ya nexweşên baş bûye 210 hezar û 469e.(RT/AY/FD)