Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 913 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 563an. Her weha hezar û 151 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 43 hezar û 343 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 446 hezar û 374 kesan çêkirine. 223 hezar û 315 kes nexweş ketine. 5 hezar û 563 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 251 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 378, ya nexweşên baş bûye 206 hezar û 365e.(EKN/AY/FD)