Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 392 kesên din hatiye dîtin. 92 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 992an. Her weha 5 hezar û 018 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 29 hezar û 230 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 948 hezar û 115 kesan çêkirine. 114 hezar û 653 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 621 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 845, ya nexweşên baş bûne 38 hezar û 809 e. (EKN/AY/FD)