Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê nexweşî li 3 hezar û 116 kesên din hatiye dîtin. 115 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 491ê. Heta niha li ser hev 2 hezar û 14 nexweş baş bûne.
Test ji bo 40 hezar û 962 kesan hatiye kirin.
Heta niha test ji bo 791 hezar û 906 kesan çêkirine. 101 hezar û 709 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 816 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 982, ya nexweşên baş bûne 18 hezar û 491 e. (EKN/FD)